• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Hadî Amirî kir

Gulan Media January 18, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Hadî Amirî kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 17ê Çileya 2022yan pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.

Di civînê de guhertin û pêşhatên herî dawî yên Iraq û hewlên pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin û tekezî li zêdekirina hewldanan hat kirin, ji bo pêkanîna hikûmeteke ku mafê hemû welatiyên Iraqê parastî bin û bibe sedema pêkanîna seqamgîrî û şirîkatiya rast a navbera pêkhateyan û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser bingeha destûrê.

 

Basnews

Top