Piştîvaniya hevpeymanan bo hêzên pêşmerge berdewam dibe
hevpeymaniya cîhanî hevkariyên xwe bo hêzên pêşmerge didomîne.
Serokwezîr li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
îro sêşem 18ê Çiraya Paşê ya 2022an me pêşwaziya Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Karl Harris kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştîya Îraqê û rûbirû bûna gefên terorê kir.
Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Karl Harris tekez li ser dom kirina piştîvaniya hevpeymanan bo hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê kir û balkêşande ser vê yekê ku DIŞI hîn jî metirsiyeke rastîne bo ser asayîş û ewlekariya Îraq û Sûriyeyê.
Her di heman civînê de me tekez li ser girîngiya berdewam bûna mekanîzma hemahengiya navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê bo dawî anîn bi gefên terorîstên DIŞIê bi rêya çalak û kara kirina navendên hemahengiya ewlekariya hevbeş û nehêştina boşatiya ewlekarî li wan deveran, kir.
Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî û prosesa reforman û hewlên yekxistina yekeyên hêzên pêşmerge di çarçoveya wezareta pêşmerge de kir.
