Hevpeymaniya cîhanî û rayedarên wezareta pêşmerge civiyan
behsa liv û tevgerên DIŞIê jî hate kirin.
Hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge îro şanda Şêwirmendiya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê, serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiyaye.
Di civînê de nîqaş li ser rewşa niha ya Îraq û Kurdistanê û liv û tevgerên terorîstên DIŞIê hatiye kirin.
Her di heman civînê de behsa prosesa reformên nava wezareta pêşmerge û hevkariyên hevpeymaniya cîhanî yên bo hêzên pêşmerge hatiye kirin û şanda hevpeymaniya cîhanî tekez li ser domandina hevkarî û piştîvaniyên xwe yên bo hêzên pêşmerge kiriye.
