• Wednesday, 25 February 2026
logo

Saruhan Oluç: Hewldanên jiholêrakirina HDPê dê bê encam bin

Gulan Media January 17, 2022 Nûçe
Saruhan Oluç: Hewldanên jiholêrakirina HDPê dê bê encam bin

Serokwekîlê Grupa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hakki Saruhan Oluç li Parlamentoya Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de got: “Hewldanên têkbirina HDPê ji sîyaseta demokratîk dê bê encam bin.”

Li Parlamentoya Tirkiyê 17ê Çileya 2022an Serokwekîlê Grupa HDPê Hakki Saruhan Oluç derbarê mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê saz kir.

Saruhan Oluç derbarê rakirina parêzbendiya Parlamentera Amedê ya HDPê Semra Guzel de jî axivî û got dosyeya wê di komîsyona hevbeş de dê bê gotûbêj kirin.

Oluç got: “Wek hun dizanin 20ê vê mehê Komîsyona Hevbeş bo civînê dê kom bibe û ev komîsyon dê dest bi karê xwe bike. Du dosyeyên Semra Guzel dê bên niqaşkirin. Bi vî awayî proseya rakirina parêzbendiyê hat destpêkirin. Emê jî nêrînên xwe di komîsyonê de diyar bikin. Me her dem got bi rakirina parêzbendiyê darbe li demokrasiyê xistin ne raste û me ev yek berê jî digot. Emê her berdewam jî vî tiştî biparêzin. HDP cihekî aştî û diyalogê ye. Peywendiya HDPê bi tundûtûjî û şer re nîne û jiholêrakirina HDPê ji sîyaseta demokratîk wê bê encam be.”

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan 16ê Çileya 2022ê derbarê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê de gotibû bo dosyeya wê bê cûdakirin ligel Serokê Parlamentoyê axivî ye û dê ev prose bê bilez kirin.

 

Rudaw

Top