• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamekî pîrozbahiyê belav kir

Gulan Media January 17, 2022 Nûçe
Serok Barzanî peyamekî pîrozbahiyê belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 23.mîn salvegera damezrandina Kurdistan tv peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Îro bi minasebeta 23.mîn salvegera damezrandina Kurdistan tv Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û peyam waha ye;

Bi navê xwedêyê mezin û dilovan

Birêzan birêveber, stafa birêveberatî û karmendên Kurdistan tv

Bi minasebeta 23mîn salvegera damezrandina Kurdistan tv pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên hêja dikim û hêviya berdewamî û pêşkeftina zêdetir bo we dixwazim.

Kanala esmaniya Kurdistan tv weke yekem kanala esmanî ya Kurdistanê, her di destpêka damezrandina xwe de heta îro pêbendî erkê netewî û nîştimanî bûye û bo gehandina peyama aştîxwazane û bihevre jiyanê bi derdorê serkeftî bûye û di heman demê de jî kariye rastbêjî û pîşeyî bûna xwe biparêze.

Pêwîste Kurdistan tv û Zagros tvê di çarçoveya dezgeha setelayta Kurdistanê de berdewam bin li ser gehandina peyama rewa  ya gelê Kurd bi cîhanê û berfiretir kirina hişmendiya nîştimanî û çanda bihevre jiyanê di nava xelkê de.

Herwiha lazime dezgeha setelayta Kurdistan xwe li gel guhertinên bilez yên medyayî biguncîne û weke hertim pêbendî buha û armancên bilind yên gelê Kurdistanê be.

Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

Top