• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel wezîrê derve yê Lîtvaniyayê civiya

Gulan Media January 17, 2022 Nûçe
Serokê herêmê li gel wezîrê derve yê Lîtvaniyayê civiya

vê li gel serokwezîrê Kurdistanê jî bicive.
Wezîrê derve yê Lîtvaniyayê duhê hatiye Kurdistanê.

Îro li dîwana Serokatiya herêma Kurdistanê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Lîtvaniyayê  Gabrielius Landsbergis û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku kêliyek beriya niha destpê kiriye vê nîqaş li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Lîtvaniyayê, rewşa giştî ya deverê, şerê dijî terorîstên DIŞIê û çend mijarên din were kirin.

Herwiha biryare piştî civîna xwe ya li gel Serokê herêmê, Gabrielius Landsbergis û şanda pê re li gel Serokwezîrê Kurdistanê jî bicive û bihevre giftûgo li ser çend mijaran bikin û tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan de bikin.

Top