• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokwezîr û balyozê Brîtanyayê civiyan

Gulan Media January 17, 2022 Nûçe
Serokwezîr û balyozê Brîtanyayê civiyan

behsa hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 16ê Çiraya paşê me pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê David hannt jî têde beşdar bû, giftûgo li ser guhertin û pêşhatên dawî yên piştî hilbijartina desteya Serokatiya parlementoyê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin û me tekez li ser girîngiya pêk anîna hikûmetek kir ku, xizmeta tevahiya welatiyan û pêkhateyên Îraqê bike û kêşeyên hilwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta deferalî de li ser esasê destûrê çareser bike.

Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê mijaran Koçberan kir û balkêşande ser girîngiya pêşde birina hemahengiya navbera dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Brîtanyayê de bi taybetî di warê rûbirû bûna tawanên rêkxistî û pêşî girtin ji koçkirina derqanûnî.

Reformên hikûmeta herêma Kurdistan û pere pêdana têkiliyên navbera her du aliyan bi taybetî di warê hêlbirînê de mijarên din yên civînê bûn.

Top