• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rêveberiya perwerdeya Silêmaniyê: Ji ber sermayê 3 rojan bêhnvedan e

Gulan Media January 17, 2022 Nûçe
Rêveberiya perwerdeya Silêmaniyê: Ji ber sermayê 3 rojan bêhnvedan e

Rêveberiya giştî ya perwerdeya Silêmaniyê ragehand, ji ber berf û sermayê 3 rojan bêhnvedan dibe.

Rêveberiya giştî ya perwerdeya Silêmaniyê ragehandiye, wan piştî ku bi parêzgarê Silêmaniyê û rêveberiya rewşa hewayê re şêwirîne, gihîştine wê biryarê ku ji ber barîna berfê û daketina pileyên germayê 3 rojan (18,19 û 20 vê mehê) bêhnvedanê ragehînin.

Rêveberiya perwerdeya Silêmaniyê daye zanîn jî, tevahiya ezmûnên şagird û qutabiyan tên paşxistin û roja 25 vê mehê dibistan vedibin û ezmûn dest pê dikin.

 

Basnews

Top