• Wednesday, 25 February 2026
logo

Siyasetmedarekî ereb li Kerkûkê daxwaza ji kar dûrxistina Rakan Cibûrî dike

Gulan Media January 16, 2022 Nûçe
Siyasetmedarekî ereb li Kerkûkê daxwaza ji kar dûrxistina Rakan Cibûrî dike

Siyasetmedarekî ereb li Kerkûkê daxwaz dike parêzgerê bajarê Kerkûkê Rakan Cibûrî ji erk bê dûrxistin û kesekî din li cîhê wî bê danîn.

Hemû aliyên Kurdistanî yên li Kerkûkê hemfikirin li ser wê yekê ku Rakan Cibûrî ku piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê wek parêzger li ser Kerkûkê hate sepandin, bê dûrxistin û kesekî kurd di cîha wî de bibe parêzger, ku rêgirî li ereb kirinê bê girtin.

Beşek ji aliyên ereb jî li gel wê yekê de ne ku Rakan Cibûrî li erk bû dûrxistin, ji ber di dema wan çar salên borî de, ‘’Piraniya gendelî li Kerkûkê hatiye kirin û Rakan Cibûrî ji ber gelek dosyayên gendeliyê tê tometbar kirin.’’

Siyasetmedarê ereb li Kerkûkê û berdevkê berê yê eniya Yekgirtî ya Erebên Kerkûkê Mihemed Reyaşî ji BasNewsê re ragehand: Her parêzgerek ji bo demekî zêde li ser erk bimîne, dibe ku di karûbarên îdarî xeletiyê bike û dîktatoriyek jî ava bibe.’’

Mihemed Reyaşî daxwaza danîna parêzgerekî serbixwe bo Kerkûkê kir û ragehand: ‘’Divê parêzger kesekî pîşeyî û jêhatî be û armanca xizmetkirina hemû pêkhateyên Kerkûkê bê cudayî bike.’’

Siyasetmedarê ereb ê Kerkûkê diyar kir, Rakan Cibûrî xwe ji bo Parlamentoya Iraqê bû berbijêr û serkeft. ‘’Pêwîste biçe parlamentoyê û kesekî din ji bo peywira parêzgerê Kerkûkê bê danîn ku tevger bikeve parêzgehê.’’

 

Basnews

Top