Balefirên Tirkiyeyê çend dever bordiman kirin
ti zirarên bordimanê nebûne.
Ev deverên han ser bi qezaya Amêdiyê ne.
Îro danê sibê balefirên şer yên Tirkiyeyê careke din bordimana hin deverên ser bi qezaya Amêdiyê kir.
Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê balefirên şer yên Tirkiyeyê her du navçeyên Sergelê û çiyayê Metînan û devera Nihêliyan bordiman kirine.
Derbarê bordimanê de Qayîmiqamê Amêdiyê jî diyar kiriye ku ti zirarên canî yên vê êrîşê çê nebûne.
