Li Mûşê stûriya berfê 2 metre derbas kir
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde bariya ye û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.
Li parêzgehên Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê rêyên 1064 gund û navçeyan ji ber berfê hatin girtin.
Li parêzgeha Mûşê rêya 14 gundan ji ber berfê hatiye girtin û li hinek deveran stûriya berfê 2 metre derbas kir.
Îdareya Taybet a Bajêr ragihand ku tîmên wan hewl didin rêyên hatine girtin di demeke kurt vekin, lê pûk û bahoz karê vekirina rêyan hinekî zehmet kiriye.
Rudaw
