• Wednesday, 25 February 2026
logo

HezKurd ji bo piştgiriya dersa Kurdî daket kuçe û kolanan

Gulan Media January 16, 2022 Nûçe
HezKurd ji bo piştgiriya dersa Kurdî daket kuçe û kolanan

Ji bo kampanya dersa bijarte ya Kurdî, bi pêşengiya HezKurdê li herdu parêzgehên Bakurê Kurdistanê Amedê û Şirnexê  bi hezaran biroşûr hatin belavkirin.

HezKurdê ligel hejmareke xwebexşan ji bo agahdarkirin û handana malbat û xwendekaran ji bo dersên bijarte yên Kurdî li Amed û Şirnexê derdora 10 hezar biroşûr belav kirin.

Bi pêşengiya Berdevkê HezKurdê Barij Celalî li taxên Seyrantepe û Rezan yên li Amedê û bi pêşengiya Rêvebirê HezKurdê Fethullah Elçî li Şirnexê, duh saet 11.00 heta 18.00 biroşûr hatin belavkirin.

HezKurdê li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku ew îro jî heman çalakiyên xwe li navçeya Bismila Amedê, li parêzgeja Êlih û navçeya Qoserê ya Mêrdînê berdewam dikin.

Li gor daxuyaniya HezKurdê ew dê heta 21ê Çileyê wate heta roja bidawîbûna proseya dersa bijarte çalakiyên xwe berdewam bikin.


Proseya dersa bijarte

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên navendî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Li gor rênmayên Wezareta Perwerdeyê, li her dibistaneke Bakurê Kurdistanê yan yên Tirkiyê eger 10 xwendekar daxwaza waneyên Kurdî bikin, ew ê poleke taybet bi zimanê Kurdî ji bo wan vekin.

 

Rudaw

Top