• Wednesday, 25 February 2026
logo

Berpirsekî AKPê: Ocalan dê peyamekî ji bo raya giştî belav bike

Gulan Media January 15, 2022 Nûçe
Berpirsekî AKPê: Ocalan dê peyamekî ji bo raya giştî belav bike

Berpirsekî payebilind ê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdarê Tirkiyê radigehîne, di demekî nêzîk de rêberê PKKê yê li girtîgeha Îmralî dê peyamekî ji bo raya giştî belav bike.

Li gor zanyariyên hene, Ebdula Ocalan peyama xwe ji ber gotinên serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ên gef li Ocalan û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş xwaribûn dê peyamekî vê derbarê de belav bike.

Beşa Tirkî ya ajansa DW ya Almanyayê bi zimanê berpirsekî payebilindê AKPê yê ku nexwastiye navê xwe aşkera bike belav kir: ‘’Dibe di demekî nêzîk de Ocalan wek çawa di sala 2019ê de nameyek nivîsand û daxwaz ji kurdên Bakurê Kurdistanê kir deng bidin berbijêrê AKPê, heman awayî nameyekî ji bo raya giştî belav bike û hin tiştên din jî ronî bike.

Li gor heman ajansê, di dema pirsa çareseriyê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de, Ocalan gelek caran hevserokê wê demê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş agahdar kiriye ku ‘’Ew pêvajo bi başî birêve naçe’’ û Demîrtaş bi ji holê rakirina pirsa aştiyê tometbar kiribû.

 

Basnews

Top