• Wednesday, 25 February 2026
logo

Berpirsekî ENKSê: Xelkê Rojava ji ber zilm û zora PKKê koçberî Herêma Kurdistanê dibin

Gulan Media January 15, 2022 Nûçe
Berpirsekî ENKSê: Xelkê Rojava ji ber zilm û zora PKKê koçberî Herêma Kurdistanê dibin

Berpirsekî ENKSê dibêje, xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber zilm û zora PKK û PYDê koçberî Herêma Kurdistanê dibin.

Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê, Newaf Reşîd ji BasNewsê re got, di heyama çend rojên borî de herî kêm 1300 kes li Rojavayê Kurdistanê koçberî Herêma Kurdistanê bûne ku beşek mezin ji wan bi qaçaxî û li hember diravek zêde derbas bûne.

Newaf Reşîd her wiha got, xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber zilm û zora PKK û PYDê koçber dibin. PKK û PYD zarokên xelkê direvînin û dikin çekdar.

Nûnerê ENKSê her wiha ragehand, wan berpirsên Amerîkî ji wê yekê agahdar kirine ku çekdarên PKKê zarokên xelkê direvînin û got, me ji Amerîkiyan re gotiye em ji ber siyaseta PKKê naxwazin bi PYDê re danûstandin bikin.

Wî berpirsê ENKSê da xuyakirin ku PKK li Rojavayê Kurdistanê agirê şer xweş dike û got, qedera Rojavayê Kurdistanê ne zelal e. Duhî jî wezîrê derve yê Rûsya bi eşkere got ku PKK ji aliyê Sûriye, Amerîka û Tirkiyê ve tê bikaranîn.

 

 

Basnews

Top