• Wednesday, 25 February 2026
logo

Êrîşî ser hêzên Tirkiyeyê hate kirin

Gulan Media January 15, 2022 Nûçe
Êrîşî ser hêzên Tirkiyeyê hate kirin

ti zirareke êrîşê çê nebûye.
Bi du mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Tirkiyeyê hatiye kirin.

Jêderên ewlekarî yên Îraqê ragihandin ku îro danê sibê, bi du mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Zilêkan ya li Şêxanê hatiye kirin.

Navenda han, navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê ye û dikeve nava sînorên parêzgeha Mûsilê de.

Çavkaniyên han diyar kirine ku êrîşa han ti zirar li pey xwe neaniye.

Weke tê zanîn di sala 2022an de ev cara duyeme ku êrîşî ser ev navenda han tê kirin.

Top