• Wednesday, 25 February 2026
logo

Amarên şerê PKK û Tirkiyê

Gulan Media January 15, 2022 Nûçe
Amarên şerê PKK û Tirkiyê

Grûpa Krîzên Navdewletî ragihand, ji 2015an ve di şerê Tirkiyê û PKKê de 5808 kes hatine kuştin.

Grupa Krîzên Navdewletî ragihand ku Jji sala 2015an ve  di encama şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê de 5 hezar û 808 kes hatine kuştin ku hezar ji wan di nav axa Başûrê Kurdistanê de bûye.

Tîrmeha 2015 an agirbesta du sal û nîvan a di navbera PKK û Tirkiyê de bi dawî bû û qonaxeke nû ya şer destpê kir.

Grupa Krîzên Navdewletî got jî di raportekê de ragihand, ji wê demê vir ve "tundûtûjî" bandoreke mezin li ser bajar û bajarokên Kurdan dike û herî kêm 5 hezar û 808 kes hatine kuştin.

Li gor raporta wê rêxistinê, ji wê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 671 gerîla û çalakvanên PKKê bûne li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê.

Li gor raportê di vê heyama şer û pevçûnan de hezar û 318 leşker, polîs û cerdevan hatine kuştin.

Herwiha ji wan qurbaniyan 593 kes sivîl bûne û 226 kes jî nêzîkî cihê şer hatin kuştin û nayê zanîn ka çekdar, leşker yan jî sîvîl in.

 

Rudaw

Top