Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek serxweşiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya kesayeta navdar, rewşenbîr, nivîskar û helbestvan Dr. Maruf Omer Gul peyamekî serxweşî belav kir.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê waha ye:
Mixabin min nûçe koça dawî ya nivîskar, helbestvan, rewşenbîr û kesayeta navdar ê bajarê Silêmaniyê Dr. Maruf Omer Gul bîhîst. Ez serxweşiyê li malbata birêz dikim û xwe wek hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyyê bide kesûkar, dost û aşnayên wî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan
