• Wednesday, 25 February 2026
logo

Kampanya ji bo 'Aysel Tugluk Berdin' berdewam e

Gulan Media January 15, 2022 Nûçe
Kampanya ji bo 'Aysel Tugluk Berdin' berdewam e

Grupa Piştgiriya li sîyasetmedara Kurd Aysel Tugluk di berdewamiya kampanya 'Aysel Tugluk berdin' de li ser nexweşiyên wê raportek amade kir û dibêje divê bilez bê azadkirin. Grupa Piştgiriyê qonaxên nexweşiyên Tugluk bi raporta `Bo bikaribe bijî wê berdin` belav kir.

Grupa Piştgiriyê di raporta xwe de amaje bi wê yekê dide ku divê mafê dermankirinê neyê binpêkirin û yekser sîyasetmedara Kurd Aysel Tugluk bê berdan. Grupê di raporta xwe de cih daye peyman û proseya hiqûqî ya derbarê rewşa Tugluk de û diyar dike ku kiryarên hene dijî peyman û hiqûqa navdewletî ne.

Herwiha bi armanca berdana Aysel Tugluk li ser medya civakî kampanya îmzeyan hat destpêkirin û ji 52 welatan nêzîka 6 hezar îmze hatin komkirin. Ligel Tirkiye ji Amerika, Almanya. Austurya, Holanda, Fransa, Swêd, Brîtanya, Kuba û Italyayê jî jin beşdarî kampanyeyê bûn.

Alîkara Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tugluk 28ê Kanûna 2016an hate girtin û heta niha jî li girtîgeha Tîpa F ya Kocaeli Kandirayê ye. Ligel ku Beşa Pizişkî ya Zanîngeha Kocaeliyê di raporta xwe de diyar kiriye ku Aysel Tugluk bi nexweşiya `demansê` ye lê nayê berdan û bi armanca berdana parlamentera HDPê ya berê 7ê Çileya 2022an kampanya îmzeyan hatibû destpêkirin.

 

Rudaw

Top