Jin û mêrekî kurd di avên Yûnanistanê de xeniqîn
Roja pêncşemê jin û mêrekî kurd ji Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya dîasporayê di avên Yûnanistanê de xeniqîn.
Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê li Rojhilatîê Kurdistanê aşekere kiriye îro hewjînêkî ji bajarê Merîwanê bi armanca gihiştina Ewropayê welatê xwe bi cî hiştibûn di avên Yûnanistanê de xeniqîn.
Herwiha ligor Hengawê zilam navê wî Celîl Rewangerd bûye û temenê wî 34 sal bûye û navê jinê jî Sumeye Camxaneş bûye û temenê wê jî 28 sal bûye û di rêya çûna Ewropayê de xeniqîne.
Ligor zanyariyên Hengawê wê malbata kurd sala borî welatê xwe bi cî hiştibûn û ji Tirkiyê ber bi Yûnanistanê bi rê ketibûn.
