Kerkûk- Teqe li mala Pêşmergeyekî hat kirin
Li bajarê Kerkûkê gulle li mala Pêşmergeyekî hat berdan, li gor zanyariyên K24ê ziyan negihîştiye canê ti kesî.
Malpera K24ê ragihandiye; teqe li mala Rayîd Îhsan, Pêşmergeyê li Fewca Du ya Lîwaya Yek a ser bi Wezareta Pêşmerge hat kirin, di êrîşê de ziyan negihîşt canê ti kesî.
Rayîd Îhsan ji K24ê re diyar kir: “Vê sibê li ser motorsîkletekê du kesan teqe li mala min kirin û reviyan.”
Pêşmerge Rayîd Îhsan eşkere kir; gulle li dar û dîwarê mala wî ketine. Herwiha ji aliyên pêwendîdar daxwaz dike ku can û mala xelkê biparêzin.
Basnews
