• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok û berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê hatin diyar kirin

Gulan Media January 14, 2022 Nûçe
Serok û berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê hatin diyar kirin

Partiya Demokratîk a Kurdistanê serok û berdevka fraksiyona xwe li Parlamentoya Iraqê diyar kir.

Îro 13.01.2022yê endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şiwan Kelarî ji malpera fermî yê PDKê re ragehand: Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê dê Viyan Sebrî be, berdevkê fraksiyona PDKê jî dê Viyan Dexîl be.

Şiwan Kelarî derbarê postên din ên nav fraksiyona PDKê de jî ragehand: ‘’Di qonaxa pêş de û piştî proseya helbijartina serokomarê Iraqê, cîgir û biryarderê fraksiyona PDKê jî dê bên diyar kirin.

Wêneyên Viyan Sebrî û Viyan Dexîl.

Top