• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok Barzanî ligel Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê civiya

Gulan Media January 14, 2022 Nûçe
Serok Barzanî ligel Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê civiya

Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê 13ê Çileya 2022yan li Selahedîn ligel Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê civiya.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî li Seroka Fraksiyon û Berdevka Fraksiyona PDKê yên li Parlamentoya Iraqê kir û di erk û karên wan de ji bo wan hêviya serkeftinê xwest.

Herwiha di civînê de Serok Barzanî li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhateyên herî dawî yên siyasî, amojgarî û rênimayên pêwîst bo amadebûyên civînê xiste rû.

 

Basnews

Top