Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara Almanyayê kir
Almanyayê biryar da erkê hêzên xwe yên li Herêma Kurdistan û Iraqê 9 mehên din dirêj bike. Serokê Herêma Kurdistanê jî pêşwazî li vê biryarê kir û tekez kir, “DAIŞ hê jî gef e li ser aştî û seqamgiya navdewletî.”
Biryara hikûmeta Almanyayê
Hikûmeta Almanyayê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku biryar hatiye dayîn, erkên hêzên li Herêma Kurdistan û Iraqê bo heyama 9 mehên din bê dirêjkirin û li Sûriyê jî dawî li operasyonan bê anîn. Bi vê biryarê hêzên Almanyayê dê heta dawiya Cotmeha îsal li Iraqê bimînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê vê mijarê de li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir û pêşwazî li biryara hikûmeta Almanyayê kir.
`Gefa DAIŞê berdewam e`
Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe derbirî ku Parlamentoya Almanyayê jî biryara hikûmetê ya hiştina hêzên serbazî li Iraqê bo heyama 9 mehên din, pesend bike.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, “DAIŞ hê jî gef e li ser aştî û seqamgiriya navdewletî û hewlên bi hev re pêwîst in ji bo rûbirûbûna binbirkirina gefa terorê.”
Rudaw
