Şingal- Çekdarên PKKê xaleke kontrola ya artêşa Iraqê şewitandin
Îşev roja çarşemê çavkaniyeke ewlehiyê ya fermandehiya polîsê Nînowayê aşkere kiriye çekdarên PKKê xaleke kontrolê ya Iraqê li navçeya Şingalê şewitandin.
Rêvebirê Polîsê Nînowayê Salih Hedîdî ji BasNewsê re axivî û aşkere kir çend çekdarên Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ku ser bi PKKê ve ne xaleke kontrolê ya PKKê şewitandine.
Herwiha Salih Hedîdî aşkere kir artêşa Iraqê rê neda çekdarên PKKê û YPŞê hewl dan peykerekî serkirdeyekî PKKê yê di van demên dawiyê de di encama bordûmana Tirkiyê de hatiye kuştin li herêmê were çêkirin û ji ber wê jî çekdarên YPŞê êrîşî xala kontrolê ya artêşa Iraqê kirine.
Basnews
