• Wednesday, 25 February 2026
logo

Pêla koçberan ber bi Başûrê Kurdistanê ve

Gulan Media January 13, 2022 Nûçe
Pêla koçberan ber bi Başûrê Kurdistanê ve

Piştî ku deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmelka ku yekane deriyê sînorî yê navbera Herêma Kurdistanê û Rojava hat girtin, bi sedan kes hewl didin bi rêyên neyasayî xwe bigihînin Herêma Kurdistanê.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên girêdayî PYDê ku di 15ê Kanûnê de li Deriyê Sînor ê Pêşabûr-Sêmelka xwepêşandanek li dar xistibûn, li aliyê Pêşabûr êrîşî hêzên asayîşê kirin û piştre derî hate girtin.

Hate zanîn ku di nava hefteya derbasbûyî de 6 karwan bi awayekî neqanûnî ji Rojava derbasî Herêma Kurdistanê bûne. Di dawiyê de karwaneke mezin a ji 491 kesan pêk dihat karî xwe bigihîne Herêma Kurdistanê.

Koçberên ku ji Rojava tên Herêma Kurdistanê li kampa Berdereşê tên bicihkirin.

 

Rudaw

Top