Ji ber baranê li Hewlêrê lehî rabû
Ji ber baranbarînê lehî li çend taxên Hewlêrê rabû û beşek ji welatiyan bi riya Rûdawê daxwaza alîkariyê û bi hawarçûnê dikin. Li Hewlêrê herwiha ji berana zêde deriyê dibistanan jî hatin girtin.
Li gorî dîmenên ku ji Rûdawê re hatine şandin, şeva derbasbûyî, baraneke zêde li Hewlêrê bariya ye û ji ber wê li taxên Teyrawe, Şoreş, Nûseran, Gulan, Eynkawa û li cadeya 100 metrî asta avê bilind bûye.
Rêvebiriya hatûçûya Hewlêrê jî dibêje: "Em hemû ajokar û welatiyan hişyar dikin ku lehî li hin kolanên bajêr û derdora wê çêbûne, ji ber vê yekê ji kerema xwe hewl bidin ku xwe ji cihên av zêde kom bûne biparêzin û rêyên alternatîf bikar bînin.”
Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Hewlêrê di daxuyaniyekê de dibêje ku bo parastina can û selamtiya xwendekar û mamosteyan wan biryar daye ku ezmûnên îro bo roja Şemiyê li paş bixin.
Ev biryara idareya serbixwe ya Soran lixwe nagire.
Rudaw
