• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî serxweşî li Aydin Marûf kir

Gulan Media January 12, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî serxweşî li Aydin Marûf kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 11ê Çileya 2022yan di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf kir ji ber koça dawî ya dayîka wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe ji Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf re ragihand û hêvî xwest Xwedayê mezin ruhê dayîka wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide malbata wan.

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf spasî û pêzanînên xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

Basnews

Top