Li kampa Holê perestarekî kurd ê Heyva Sor hat kuştin
du terorîstên DIŞIê êrîşî ser wî kirine.
terorîstên DIŞIê perestekî Heyva Sor a Kurd di nava kampa Holê de kuşt.
Heyva Sor a Kurd ragihand, du terorîstên DIŞIê bi navê nexweşiyê derbasî nava xala Heyva Sor a Kurd di nava kampa Holê de bûn û gule li ser peresterê wan Mihemed Mihemed reşandin
Li gor nûçeyeke basnewsê endamê Heyva Sor Mihemed Mihemed ji xelkê taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye û bavê 2 zarokan e.
Heyva Sor piştî bûyerê xalên xwe di nava kampê de bi temamî ji endaman vala kir.
Rudaw
