Parlamenterekî Yekgirtû bersiva daxuyaniyên berpirsên YNKê da
Piştî endamê fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Musenna Emîn ji berbijêriya cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê, YNKê bi awayekî nerasterast êrîş kir ser Yekgirtû û bi rêkeftina binve binve tometbar kirin.
Endamê fraksiyona Yekgirtûya Îslamî li Parlamentoya Iraqê Omer Koçer vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çi dibêjin bila bibêjin, aşkeraye ku helwêstê Musenna Emîn çibû û diyar bû PDKê û aliyên din rêkeftin kiribûn. Dengên wan zêde bûn, bi taybet jî piştî çarçoveya hemahengî û YNKê xwe ji civîna parlamentoyê vekêşandin, şansê Musenna Emîn kêmbû ji ber wê xwe vekêşand.
Herwaha aşkera kir, di dema vekêşîna Musenna Emîn de, jê re gotin eger namzedbûna xwe berdewam bike, ew tişt ne di berjewendiya me de ye û deng dê parçe bibin û ew yek di berjewendiya kurdan de jî nîne.
Omer Koçer got, ya baş kurd bi yek namzedî ve beşdar bibe û yekrêz be, Eger Şaxewan Ebdula (Berbijêrê PDKê) namzedê cîgirê duyem ê serokê Parlamentoya Iraqê bû û 180 deng bidest anî, eger xwe ji berbijêriyê vekêşandiba, ew peywir bi Kak Musenna dima ma çi pirsgirêk di vê de ye?
Herwaha aşkera kir, ti yek ji berbijêrên din xwe nevekêşandin, ji ber wê jî Musenna Emîn xwe vekêşandin.
Parlamenterê Yekgirtû derbarê êrîş û tometên YNKê de jî got: ‘’Divê civak bersiva wan propagandayan bide, xwedê şahide ew êrîş nerewa ne û civak dê hukim li ser wan gotinan bide.’’
Herwaha got: Em devê kesê nagrin çawa diaxivin bila biaxivin, me jî axaftinên xwe kirine û tenezul û tewîz jî ne eyb e.’’
Basnews
