Dosyeya Semra Guzel bo Serokkomariyê hat şandin
Wezaretê Dadê ya Tirkiyê, dosyeya derbarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel de ku bi hinceta wêneyên wê yên ligel gerîlayekî PKKê hatine dîtin, ji bo serokkomariyê şand û piştî ku dosye ji aliyê serokkomariyê ve hat îmzekirin, dê bo parlamentoyê bê şandin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqerê dosyeya ku derbarê Semra Guzel de amade kiribû, doh şandibû Wezareta Dadê. Wezareta Dadê jî bi armanca bişîne Parlamentoyê, dosyeya Semra Guzel bo Serokkomariyê şand.
Dosyeya Guzel, dê ji aliyê serokkomariyê ve bo parlamentoyê bê şandin û li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê deng li ser bê dayîn.
Eger dosye li parlamentoyê bê qebûlkirin, dê parêzbendiya parlamenteriya Semra Guzel bê rakirin û dê ew li ser wê dosyeyê bê darizandin. Di encama darizandinê de eger cezayekî werbigre û ew biryar li parlamentoyê bê xwendin, dê mafê parlamenteriyê ji Semra Guzel bê wergirtin. Herwiha eger cezayekî zêde werbigre, dê Guzel bo girtîgehê bê şandin.
Medyayên Tirkiyê hin wêneyên parlamentera HDPê Semra Guzel ku bi gerîlayekî PKKê yê bi navê Volkan Bora re kişandine, belav kirine û li ser wê yekê derbarê wê parlamentera HDPê de dosye hat amadekirin û lêpirsîn hat destpêkirin.
Piştî belavbûna wêneyên wê li gel gerîlayê PKKê, parlamentera HDPê Semra Guzel neçar ma ku daxuyaniyekê bide raya giştî.
Semra Guzel di daxuyaniya xwe de ragihand: “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînim Volkan Bora. Dema ez çûm herêma navborî ji aliyê du jinan ve hatim pêşwazîkirin. Ji ber şert û mercên ewlekariyê ji min re hat gotin ku divê ez cilûbergên wan lixwe bikim. Piştî ez demekê sekinîm, min zanî ku ew li wê derê ye û me hev dît. Wêneyên ku ji çapemeniyê re hatine pêşkêşkirin, wêneyên wê hevdîtnê ne.”
Di bombebarana 29ê Nîsana 2017an a li gundê Axçali yê Semsûrê de 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dabûn û hatibû ragihandin ku yek ji wan jî Volkan Bora ye.
Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de li Amedê wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.
Rudaw
