• Wednesday, 25 February 2026
logo

Nêrînên partiyên siyasî li ser xwendina zimanê Kurdî

Gulan Media January 11, 2022 Nûçe
Nêrînên partiyên siyasî li ser xwendina zimanê Kurdî

Kampanya piştgirîkirina xwendina bi zimanê Kurdî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam e. Piştî ku Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê dema 18 rojan da malbatên xwendekaran bo hilbijartina zimanê dersên bijarte, rêxistinên taybet bi warê perwerde û ziman, civaka sivîl, partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, çalakvan û akademisyenan kampanya piştgirîkirina xwendina bi zimanê Kurdî dan destpêkirin.

Kampanyayê bi awayekî berfireh li se torên civakî bi filmê animation û hişyarkirina malbatên xwendekaran ka dê çawa forma online tejî bikin destpê kiriye. Partiyên opozisyona Tirkiyê wek CHP, DEVA û Partiya Pêşerojê jî bi heman awayî beşdar in û piştgiriya kampanyayê dikin.

Seroka Şaxa Rêxistinên CHPê ya Amedê Gonul Ozel  dibêje “Dersa bijarte ne tenê bo zimanê Kurdî bi awayekî giştî bi xwestek û şiyana xwendekaran bi xwe ve girêdayî ye û nabe bi zorê bê kirin. Divê xwendekar wan dersan hilbijêre ku di warê civakî û bo siberoja xwe sûdê jê werdigre. Derbarê zimanê Kurdî de, xwendina bi vî zimanî dewlemendî ye û pêwîst e her xwendekarek fêrî zimanê dayîka xwe bibe. Loma nabe dibistan, ziman li ser zarok ferz bike, divê ev derfet bo malbatên xwendekaran bê dayîn û eger zarok bixwaze, belê bila bi zimanê dayîkê bixwîne, lê nabe malbatên xwendekaran vê li ser zarokên xwe ferz bikin, eger nexwaze.”

Serokê Şaxa Rêxistina Amedê ya Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) di wê baweriyê de ye ku desthilat di mijara xwendina bi zimanê Kurdî de ne ciddî ye û dibêje, eger ciddî bûya li parlamentoyê yasayek derdixist û di destûrê de bicîh dikir.

Serokê Şaxa Rêxistina Amedê ya DEVAyê Cîhan Ulsen got “Vekirî dibêjim dersa bijarte bo zimanê Kurdî ne wek pêwîst e, lê di van şert û mercên niha de bi baweriya min divê rewşê wek derfet bikar bînin. Eger ev wek derfet neyê bikaranîn, rewşa xwendina zimanê kurdî li zanîngehan û xwendina bi zimanê dayîkê dikeve jêr guşarê. Lewra divê bi dengekî bilind behsa vê mijarê bê kirin. Li gor me ev mijar îspat dike ku dewlet û desthilat di nêta xwe de ne ciddî ne, ji ber heta niha yasayeke taybet bo xwendina bi zimanê Kurdî nebirine parlamentoyê, herwiha divê di destûrê de jî bicîh bibe. Divê bingeheke yasayî ya girîng bo zimanê Kurdî hebe, daku di siberojê de modela xwendina bi zimanê Kurdî bibe beşek ji sîstema perwerde û fêrkirinê li Tirkiyê.”

Partiya Pêşerojê ya bi serokatiya Ahmet Davutoglu bi rêya Şaxa Rêxistinên Amedê tekez dike ku xwendina bi zimanê Kurdî mafekî xwezayî ye û bo wê dixebitin.

Serokê Şaxa Rêxistinên Amedê ya Partiya Pêşerojê Aydin Altaç ragihand “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Bila gelê Kurd zarokên wan di dibistanan bi temamê dersên xwe de bi zimanê xwe hînî Kurdî bibin. Eger bi Kurmancî an jî bi Zazakî li vê herêmê ev herdû zarava jî zaravayên qedîm in, zimanê gelê vê herêmêne. Ev komara Tirkiyê ji bo ku welatiyên wî zimanê xwe hîn bibin, divê pêşiya vê vebike. Ne ku tenê bi dersekî, ev ne tiştekî wisa pir giring e. kîngê zimanê Kurdî an Kurmancî an jî Zazakî bû zimanê perwerdehiyê, ew çax ev pirsgirêk ji holê radibe”

Li aliyê din parlamenterê berê yê Ak Partiyê û damezrînerê Partiya DEVAyê Ahmet Faruk Unsal jî ji bo balkişandina li ser rewşa zimanê Kurdî û hilbijartina wê dersê ji aliyê zarokên Kurd ve bi rêya Rûdawê peyamek belav kir û ji malbatên Kurd daxwaz kir ku zarokên xwe bo hilbijartina dersa Kurdî han bidin.

Ahmet Faruk Unsal wiha got “Niha di nav Kurdan de axaftina bi Kurdî derdora ji sedî 20 e, lê ji vir beriya 100 salan ji sedî sed bû. Heke li cihê ku jiyan bi temamî bi Tirkî be; destûra bingehîn, yasa, hiqûq, rêzik û hemû karûbarên fermî bi zimanê Tirkî bin, heta hûn zimanê Kurdî li dibistanan nekin zimanê mecbûrî, her çiqas dersa bijarte hebe jî wê demê gelekî zehmet e zimanê Kurdî bê parastin, heta ne mimkun e jî. Ji loma jî mixabin îro rêjeya Kurdên ku li nav malên xwe bi zimanê xwe diaxivin heta ji sedî 20 jî daketiye. Em dibînin ku dewlet di mijara dersa bijarte ya Kurdî de bê cidiyet tevdigere û xemsariyê dike. Her wiha em dizanin ku dewlet wek encamekê asimilasyonê, dersa bijarte be jî ji bo Kurdî nede xwendin û perwerdeyî pê neyê dayîn çi ji dest tê astengiyan derdixe pêş. Wek mînak, hejmara mamosteyên Kurdî ku hatine tayînkirin kêm in, têrê nakin. Her wiha ji bo ku ev maf sînorkirî ye hin xwendekar serî lê bidin jî nikarin xwe bigihînin dersa Kurdî. Ev tişt bi awayeke defacto wek astengên li pêşiya dersa bijarte ya Kurdî li pêşiya me ne. Ez ji vir bang dikim, divê Kurdî li dewsa dersa bijarte bibe dersa mecbûrî û dûra jî mafê perwerdeya bi Kurdî bê dayîn. Her wiha wek pêngavek şûnde jî divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê rêziknameya ji bo dersen bijarte ji rêvebirîyên perwerdeya bajaran re şand û proseya dersen bijarte li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja 3ê Çileya 2022an destpê kir. Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistanên navendî yên polên 5-6-7 û 8an ji 3 heta 21ê Çile dikarin serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Ji roja 3ê vê mehê ve malbatên xwendekaran dest bi tejîkirina formên xwendina bi zimanê bijarde li dibistanan kirine. Hinek dibistanan jî bi awayê online form xistine ber destê malbatên xwendekaran. Ji sala 2012an ve li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, Zanîngeha Alparslan a Mûşê, Zanîngeha Çewlîgê û Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hatine vekirin û heta niha 1500 xwendekaran ew beş qedandine, lê ji vê hejmarê tenê 79 mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin.

Derfet ji bo mamosteyên Kurdî

Li Bakurê Kurdistanê rêxistinên bi zimanê Kurdî re eleqedar dibin dibêjin, eger hejmara xwendekarên xwendina dersa bijarte ya Kurdî bi herdû zaravayên Kurmancî û Zazakî zêde be, Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê neçar dibe zêdetir mamostayên zimanê Kurdî dabimezrîne û bi vê jî derçûyên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî wek mamostayên zimanê Kurdî tên damezrandin.

Li her dibistanekê ji bo vekirina polekî Kurdî wek pêwîst divê 10 xwendekar daxwaza dersa bijarte kiribin ku ew pol were vekirin ligel wê proseya serlêdana dersên bijarte ku ji 3ê Çile ve destpê kiriye û dê 21ê Çile bi dawî bibe.

Li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, di sala xwendina 2015-2016an de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 77 hezar û 931 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartine. Ji vê hejmarê 71 hezar û 616 xwendekaran dersa zaravayê Kurmancî û 6 hezar û 315 xwendekaran jî dersa zaravayê Zazakî hilbijartine.

 

Rudaw

Top