Hikûmetê nêzîkî milyarek dînar bo nûjenkirina xaniyên dîrokî yên Akrê terxan kir
Hikûmeta Kurdistanê nêzîkî milyarek dînar bo nûjenkirina xanî û cihên dîrokî yên li devera Akrê terxan kir.
Berpirsê cih û warên dîrokî li parêzgeha Duhokê, Bêkes Birîfkanî ji BasNewsê re got, girîngîdan bi cihên kevnar û dîrokî û kelepûrê yek ji bernameyên kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê ye.
Bêkes Birîfkanî her wiha got, hikûmeta Kurdistanê 900 milyon dînar bû nûjenkirina xaniyên dîrokî li bajarê Akrê terxan kiriye.
Berpirsê cihên kevnar û dîrokî li Duhokê da zanîn jî, li Akrê gelek cih û xaniyên dîrokî hene lê di vê qonaxê de dê 36 xanî, ku dîroka vedigere 400 sal berê, bên nûjenkirin.
Bi gotina wî berpirsî, ew dixwazin tevahiya cihên dîrokî li parêzgeha Duhokê nûjen bikin.
Basnews
