Li New Yorkê agir bi avahiyekê ket: 19 kes mirin
Li New Yorkê di bûyereke agirketinê de, 19 kesan canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Bronx ya wilayeta New Yorkê ya Amerîka, agir bi avahiyekê ket. Di encamê de 19 kesan canê xwe ji dest dan, di nava wan 9 zarok hene, herweha 70 kesên din birîndar bûn.
Agir berî demjimêr 11.00 sibehê destpê kir, di qata duyem û sêyem ya avahiyê de pê ket ku bi xwe ji 19 qatan pêk tê.
Li gor zanyariyan piştî 3 xulekan tîmên agir vemirandinê gihiştin cihê bûyerê û 200 karmendên agir vemirandinê di vemirandina agir de beşdar bûne
Hakimê New Yorkê Eric Adams ragihand, ev bûyer wê yek ji agirên herî xirab be di serdema nû ya New Yorkê de.
