Serokê herêmê pîrozbayî li desteya Serokatiya parlementoyê dike
duhê bişev di civîna parlementoyê de hatibûn hilbijartin.
Duhê bişev di civîna parlementoyê de hatibûn hilbijartin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî û her du Cîgirên wî Hakim Zamilî û Şaxewan Ebdulah kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha hêvî xwestiye ku hilbijartina desteya nû ya Serokatiya parlementoya Îraqê bibe destpêka qonaxeke nû di prosesa siyasiya Îraqê de û tevahiya aliyan bikaribin bi karên hevbeş xizmeta xelkê Îraqê û dabîn kirina aramî û asayîşê li Îraqê de bikin.
