Berfê li 3 bajaran perwerde rawestand
Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan dike. Li parêzgehên Çewlig, Bedlîs û sê navçeyên Dêrsîmê, ji ber berf û hewaya sar li dibistanan perwerde hat rawestandin.
Parêzgariya Dêrsîmê ragihand ku li parêzgehê hewaya sar bandoreke nerênî li jiyanê dike û ji ber berfa zêde li navçeyên Pulur, Qisle û Pilemûriyê perwerde 10ê Çile bo rojekê hatiye rawestandin. Li Dêrsîmê, herwiha rojekê destûr bo fermanberên kêmendam û ducanî hat dayîn.
Li parêzgeha Bedlîsê û navçeyên Tetwan û Motkiyê jî ji ber berfê îro 10ê Çile perwerde hat rawestandin û destûr bo fermanberên kêmendam û ducanî hat dayîn.
Parêzgariya Çewligê jî ragihand ku ji ber berdewambûna berfê û pirsgirêkên di veguhestinê de çêdibin li hemû saziyên perwerdeyê 10ê Çile roja Duşemê perwerde hatiye rawestandin û destûr bo fermanberên hikûmî yên kêmendam û ducanî hat dayîn.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê di rojên dawî de berfeke zêde dibare û bi şevan pileya germê heta bin sifrê 27-30 pile dadikeve.
Rudaw
