• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şaxewan Ebdula berbijêrê cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê ye

Gulan Media January 9, 2022 Nûçe
Şaxewan Ebdula berbijêrê cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê ye

Îro 09.01.2022yê encûmena nûnerên Iraqê dê civîna dema pêncem birêve bibe û desteya nû ya serokatiya Parlamentoya Iraqê helbijêre.

Namzed ango berbijêrê PDKê Dr. Şaxewan Ebdula ser bi bazineya Kerkûkê ye ku di helbijartinê de nêzîkî 38 hezar deng bidest xistin, ango dengên herî zêde li Kerkûkê wî bidest anîn û naha berbijêrê peywira cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê ye.

Li gor rêkeftina di navbera sunneyan de jî pêkhatiye berbijêrê sunneyan ji bo serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ye.

Li gor madeya 54 a destûra Iraqê piştî pejirandina encamên helbijartinê, bi fermanekî serokomar dê daxwaza pêkanîna yekem civîna parlamentoyê bike, ku serokekî nû û 2 cîgirên wî bên helbijartin. Endamê herî bi temen ê parlamentoyê jî dê serokatiya rûniştina yekem bike. Parlamenterê herî bi temen Mehmûd Meşhedanî ye û ser bi Hevpeymaniya Ezm e û îro dê serokatiya yekem civîna encûmena nûneran ango parlamentoyê bike.

Li gor daxuyaniya encûmena nûnerên Iraqê, îro 09.01.2022yê yekem rûniştina parlamentoyê dê bi parlamenterên hatine helbijartin ve pêkbê û sonda yasayî dê bixwin. Piştî pejirandina rûniştina yekem a encûmena nûneran, parlamenterê herî bi temen dê serokatiya rûniştinê bike, piştî sond xwarina parlamenteran, deriyê xwe wek berbijêr nîşandana ji bo desteya serokatiya encûmena nûneran dê bê vekirin.

 

Basnews

Top