• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê termê Evîn a li Polonyayê jiyana xwe ji dest dabû veguheste Zaxo

Gulan Media January 8, 2022 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê termê Evîn a li Polonyayê jiyana xwe ji dest dabû veguheste Zaxo

Piştî jina bi navê Evîn Îrfan roja 3-4.12.2021ê ya 39 salî û dayîka 5 zarokan û ducanî bû, li Polonyayê jiyana xwe ji deste dabû, bi hewldanên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve termê wê geheşt îdareya serbixwe ya Zaxo.

Kurmamê wê jinê yê bi navê Rîbar Ferîd ji BasNewsê re ragehand: Roja 04.10.2021, keçmama me ya bi navê Evîn Îrfan li gel hevjîn û 5 zarokan ve çûbûn bo Belarus û ji wê derê jî ji bo bigehin Polonyayê hewl didin û ji ber ducanî bû tenduristiya wê têkçûbû û li Polonyayê jiyana xwe ji dest dabû.

Herwaha got: ‘’Her wê dema Evînê jiyana xwe ji dest dayî me bi rêya BasNewsê û çend saziyên din ve daxwaz ji serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû termê wê ji bo bê veguhestin alîkariya me bikin. Em keyfxweşin wek çawa serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina koçberên kurd alîkar bûye, ji bo veguhestina termê Evînê jî li gel ma alîkar bû. Termê Evînê ji Polonyayê ve bo Tirkiyê hat veguhestin, ji wê derê jî îro geheşt Bexda û piştre bo Hewlêr û naha ji Zaxo re hate şandin û îşev dê li goristana Zaxo bê veşartin.’’

Rîbar Ferîd got: Hevjînê Evînê li gel zarokên xwe piştî Evîn koça dawî dike ji ber xemgîniyê nekarîn careke din qesda Zaxo bikin û li kampeke Polonyayê mane û termê Evînê îşev dê li goristana Zaxo bi amadebûna merivên wê û dayîk û bavê wê ve bê veşartin.

 

Basnews

Top