• Wednesday, 25 February 2026
logo

Sedir: Îradeya xelk esase

Gulan Media January 8, 2022 Nûçe
Sedir: Îradeya xelk esase

dibêje pdk yek ji wan aliyane ku li gel hevpeymaniyê dike.
Derbarê rewşa Îraqê de twittek weşandiye.

Duhê înê Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir twittek derbarê ava kirina hikûmeta bû ya Îraqê de weşandiye û di twitta xwe de behsa wan aliyan kiriye ku vê li gel wan hevpeymanî bike bo ava kirina hikûmeta nû.

Sedir diyar kiriye ku partiya demorkata Kurdistanê yek ji wan aliyane ku Sedir vê bo ava kirina hikûmetê li gel hevpeymanî bike.

Sedir di berdewmiye twitta xwe de nivîsandiye; Îradeya xelk esase û li serveya tevahiya zext û zordariyên Rojavayî û Rojhilatiye.

Nav hatî diyar kiriye ku ev li gel ava kirina hikûmeta piranî ya nîştimanîne û zextên derve û navxweyî wan li ser têkoşîna xwe biîsrartir dike.

Ev di demekê deye ku her duhê şanda PDK li gel tevgera Sedir civiyabû û herwiha biryare sibê 9ê mehê jî parlementoya nû ya Îraqê bicive.

Top