• Wednesday, 25 February 2026
logo

Jiber dorpêçan rêkeftina Tirkiye û Pakistanê hat hilweşandin

Gulan Media January 7, 2022 Nûçe
Jiber dorpêçan rêkeftina Tirkiye û Pakistanê hat hilweşandin

rêkeftin di sala 2018an de hatibû îmzekirin.
Tirkiye dixwest kopteran bifiroşe Pakistanê.

Sala 2018an di navbera Tirkiye û Pakistanê de bo firotina kopteran rêkeftineke mezin bi buhayê 1 miliyar û 500 milyon dolar hatibû îmzekirin.

Lê jiber dorpêçên Amerîkayê yên li ser Tirkiyeyê yên jiber sîstema berevaniya mûşekî ya S400an ev rêkeftina han hatiye hilweşandin û Tirkiye nikare kopteran bide Pakistanê.

Weke tê zanîn jiber wan dorpêçên Amerîkayê gelek welatên cîhanê hevkariyên xwe yên di warê pêşesaziya berevanî de bo Tirkiyeyê rawestandine.

Top