Tirkiye û Ermenistanê li Moskowê dicivin
Di proseya “normalbûnê” ya ku di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de destpêkiriye dîrok û cihê civîna yekemîn diyar bû û biryar e nûnerên herdu welatan 14ê Çileya 2022an li Moskowê bicivin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê proseya normalbûnê de ku bo Ermenîstanê nûnerekî taybet hatibû diyarkirin daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Derve li ser malpera xwe peyamek bi navê “Derheqê civîna yekemîn a di navbera nûnerên taybet ên Tirkiye û Ermenistanê de” belav kir û got: “Civîna yekemîn a navbera nûnerên taybet ên Tirkiye û Ermenîstanê dê 14ê Çileya 2022an li Moskowê bê sazkirin.”
Berî demekê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê nûnerê taybet ê Tirkiyê de gotibû: “Emê balyozê xwe yê berê yê Washingtonê Serdar Kiliç wek nûnerê taybet erkdar bikin.”
Ermenistanê jî Alîkarê Berdevkê Parlamentoya Netewî Ruben Rubinyan bo diyaloga ligel Tirkiye wek nûnerê taybet eşkere kiribû.
Rudaw
