Deriyê Pêşabûr: Kesên dixwazin vegerin Rojava tenê sibe dikarin ji sînor derbas bibin
Sibe Deriyê Pêşabûr ê sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji bo kesên ku bi awayekî demkî hatine Herêma Kurdistanê, vedibe.
Berpirsê Deriyê Pêşabûr Şewket Berbeharî di daxuyaniyekê de welatiyên Rojavayê Kurdistanê agahdar kir, ku bi awayekî demkî hatine Herêmê û rêya vegera wan girtî bû, sibe pêncşemê 6ê Çileya 2022yan dikarin ji bo xwetomarkirinê serdana Deriyê Pêşabûr bikin.
Ew welatî bi karta 30 rojî hatine Herêma Kurdistanê û ji ber aloziyên PKKê yên li ser sînor derxistibûn, rêya vegera wan hatibû girtin.
Şewket Berbehar diyar kir; sibe ji demjimêr 8ê sibehê heta 4ê êvarê, navên wan kesan dê werin tomarkirin.
Berpirsê Deriyê Pêşabûr tekez jî kir ku ev derfet tenê ji bo sibe ye.
K24
