• Wednesday, 25 February 2026
logo

Siyasetmedarekî Iraqî: Astengiya herî mezin li pêşiya pêkanîna hikûmetê erebên şîe ne

Gulan Media January 6, 2022 Nûçe
Siyasetmedarekî Iraqî: Astengiya herî mezin li pêşiya pêkanîna hikûmetê erebên şîe ne

 Parlementerekî berê yê Iraqê dibêje, astengiya herî mezin li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû, nakokî û arîşeyên şîeyan in.

Siyasetmedarê Iraqî û endamê berê yê parlementoyê, Ednan Denbûs ji BasNewsê re got, bi nêrîna min baştirîn bijarde bo Iraqê pêkanîna hikûmeteka piranî ye lê divê dûrî perçekirina siyasî ye.

Ednan Denbûs her wiha got, ji ber fişarên derve û rewşa Iraqê, pêkanîna hikûmeteka piranî di vê demê de zehmet e.

Wî parlementerê berê yê Iraqê da zanîn jî, astengiya herî mezin li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, arîşe û nakokiyên navxwe yên erebên şîe ne ji ber ku nakokiyên wan gelek in.

Wî siyasetmedarê Iraqî li ser kurdan û erebên sunnî jî got, pirsgirêkên kurdan û erebên sunnî hêsan tên çareserkirin, ji ber ku tenê li ser parvekirina postan in.

 

Basnews

Top