Malbata Doku li pêy çarenivîsa keça xwe digerin
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, malbata xwendekara Zanîngeha Munzurê ya bi navê Gulistan Doku ku 2 sal in wenda ye, li pêy çarenivîsa keça xwe digerin. Platforma Jinan a Dêrsîmê ragihand ku di lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya komarê ve hat vekirin, pêşdeçûnek nîne.
Li parêzgeha Dêrsîmê, malbata xwendekara Zanîngeha Munzurê ya bi navê Gulistan Doku ku 2 sal in wenda ye, li pêy çarenûsa keça xwe digerin. Gulistan Doku ya ji Amedê, 5ê Çileya 2020an li Dêrsîmê piştî di navbera wê û hevalê wê yê bi navê Zeynal Abrakov ê welatiyê Rûsyayê ku dayika wî bi polîsekî Tirk re zewicî bû, nîqaş derket wenda bû û ji wê rojê de nayê zanîn çi bi serê wê de hatiye.
Di duyemîn salvegera wendabûna Gulistanê de, malbata wê, Platforma Jinan a Dêrsîmê û Parlamenterê HDPê yê Dêrsîmê Alican Onlu, li Parka Seyîd Riza daxuyaniyek dan û bang li berpirsên Tirkiyê kirin, ku çarenûsa Gulistanê diyar bikin.
Endamê Platforma Jinan a Dêrsîmê Raife Yilmaz got: “Bi ser wendabûna Gulistan Doku ve 2 sal derbas bûn. Lê di lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya komarê ve hat vekirin, pêşdeçûnek nîne. Her çiqas saziyên jinan, rêxsitinên koman û malbata Doku daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kiribin jî, di serî de dozgeriya lêpirsînê dimeşîne, nûnerên saziyên fermî li ser îdiayên xwe kuştinê rawestiyan."
Dayika Gulistanê, Bedriye Doku jî daxwaza dadmendiyê û darizandina Zeynal Abrakov ê hevalê Gulistanê bûye, dike.
Bavê Gulistanê Halit Doku jî dibêje, di şertên zivistana zehmet de çalakiya rûniştinê dimeşînin û ji bo dîtîna keça xwe bang li serokkomarê Tirkiyê, wezîrê navxwe û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir.
Bavê Gulistanê Halit Doku jî got: “Em daxwaza edaletê dikin û banga parlamenteran dikin. Çima alîkariya me nakin û çima kujerî peyda nakin. Bila parlamenter, Serokomar, Soylu û Kiliçdaroglu destê xwe danin li ser wijdana xwe û alîkariya me bikin.”
Platforma Jinan a Dêrsîmê û Parlamenterê HDPê yê Dêrsîmê Alican Onlu, li cihê ku herî dawî Gulistan lê hatibû dîtin li Pira Dînarê, piştgiriya çalakiya malbatê kirin. Alican Onlu jî dibêje, Gulistan wenda nebûye, ew hatiye wendakirin.
Parlamenterê HDPê yê Dêrsîmê Alican Onlu jî dibêje: “Gulîstan Doku 2 salin winda ye. Di windakirina wê wê de para Waliyê ku berê wezîfedar bû, para zanîngehê jî heye. Wan got ku ew her dem lê digerin, lê wan bi xwe winda kirin û hewl didin gunehê veşêrin. Me du pirs û daxwaza lêkolînê li meclîsê pêşkêş kir. Li her derê vî bajarî kamera hene, kî gavekê bavêje dê hay jê hebin, lê li ser vê yekê ranawestin û sûcên xwe vedişêrin.”
Salek zêdetir e, pêvajoya lêgerîna Gulistanê hatiye rawestandin. Yekemîn pêvajoya gera di gola bendavê de 6ê Tîrmeha 2020an hat rawestandin. Roja 7ê Tebaxa heman salê bo dîtina Gulistanê ava bendavê hat berdan û proseya gerê cara duyem 18ê Tebaxê hat rawestandin.
Roja 15ê Cotmeha 2020an li çend xalên cuda yên bendavê sêyemîn car lêgerînê destpê kir û piştî derbasbûna 47 rojan ji ber bêencambûna hewldanan pêvajoya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin.
Rudaw
