• Wednesday, 25 February 2026
logo

Xwepêşandanên Kazaxistanê geştên firokxaneyan û xizmetên bankî radiwestînin

Gulan Media January 6, 2022 Nûçe
Xwepêşandanên Kazaxistanê geştên firokxaneyan û xizmetên bankî radiwestînin

Piştî Almaata paytext, li seranserî Kazaxistanê rewşa awarte hat ragihandin. Xwepêşander jî ketin nav avahiya Şaredariya Almaata.

Piştî girankirina nirxê sotemeniyê li Kazaxistanê, xelk daket ser cadeyan û dest bi xwepêşandanên nerazîbûnê kirin.

Li gor medyaya Kazaxistanê, li qada Cumhuriyetê ya li Almaata, îro danê sibê pevçûn derketin û dora 50 zirîpoş û wesaîtên leşkerî li bajêr hatin belavkirin.

Serokê Kazaxistanê, Kassym-Jomart Tokayev, ferman da ku komîteyek hikûmetê were avakirin, da ku daxwazên xwepêşanderan bicîh bîne û buhayê gazê kêm bike.

Serokê Kazaxistanê li paytext Almaata û bajarê Mangistau bo heyama 2 hefteyan rewşa awarte ragihand. Rewşa awarte piştre bo hemû welat hat ragihandin.

Digel ragihandina rewşa awarte, xwepêşander karîn derbasî nav avahiya Şaredariya Almaata bibin. Torên civakî û xetên înternetê hatin birîn û hejmarek malperên ku nûçeyan belav dikin hatine girtin.

Li gorî raporta Banka Neteweyî, li Kazaxistanê ji ber xwepêşandanan, karê bank û borseyan bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Xwepêşanderan firokexaneya Almaata jî kontrol kirin û karmend ji firokexaneyê hatin derxistin.  Hat ragihandin jî, geştên asmanî heta îro demijmêr 12:00 hatin rawestandin.

Xwepêşandan li bajarên din jî belav bûn. Li Almaata, xwepêşander bi hêzên ewlehiyê re ketin pevçûnê û polîsan bombeyên gazê û dengî bi kar anîn.

Li gor çavdêran, Kazaxistana heta sala 2019an ji ber sîstema dîktatorî ya Serok Nursultan Nazarbayev, wek welatekî aram dihat dîtin, lez û tundiya xwepêşandanan, ne tenê ji ber buhabûna nirxê sotemeniyê ye.

 

K24

Top