• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Kelarê xanî bo xwedan pêdiviyan tên çê kirin

Gulan Media January 6, 2022 Nûçe
Li Kelarê xanî bo xwedan pêdiviyan tên çê kirin

li Hewlêrê jî bo kesên kêm dahat xanî têne çêkirin.
Heta niha hezar xanî hatine çêkirin.

Birêveberê giştî yê çavdêrî û geşe pêdana civakî ya li Kelarê Derûn Omer ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê xaniyan bo kesên xwedan pêdiviyên taybet çê dike.

Derûn Mihemed eşkere kir ku, hikûmet li Kelarê heta niha hezar xanî bo kesên xwedan pêdiviyên taybet çê kiriye û hinek îşên wan yên kêm mane û dema bi dawî bû, bi cîhbicîh kirina rêkarên pêwîst yên îdarî ev xaniyên han li ser kesên xwedan pêdiviyên taybet werin dabeşkirin.

Nav hatî eşkere kiriye ku ev xaniyên han bi teqsîtên demdirêj bêyî ti fêdeyek li ser wan têne dabeşkirin.

Ji aliyeke din ve niha hikûmet li Hewlêr û derdorê jî mişxûlî çê kirina xaniyane bo kesên kêm dahat.

Top