• Wednesday, 25 February 2026
logo

ÎDDÎA: 'Herdu ciwanên Kurd rastî îşkenceyeke tund hatine'

Gulan Media January 6, 2022 Nûçe
ÎDDÎA: 'Herdu ciwanên Kurd rastî îşkenceyeke tund hatine'

Malbatên du xortên kurd ên parêzgeha Hewlêrê ku roja Înê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li nav Herêma Kurdistana hatibûn girtin, îdia dikin ku her du xort ji aliyê artêşa Tirkiyê ve rastî kiryarên nemirovane hatine û bi saetan nîv tazî di sermaya de hiştine.

Malbatan ji Rûdawê re ragihand Ekrem Xelîl Zikrî yê 20 salî û Zêdan Nebî Mistefa yê 18 salî ji gundê Dayla yê girêdayî navçeya Sîdekan dema bi hespên xwe derbasî herêma ku artêşa Tirk weke "herêma pevçûnê" dihesibîne bûn û serê sibê yekser ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin desteserkirin.

Her du xortên ku pismamê hev in, piştî 5 rojan ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn desteserkirin, derengiya Sêşemê hatin berdan.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta şerê li dijî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nava axa Başûrê Kurdistanê de bi dehan çeper ava kirine.

Xizmekî herdu gundiyan ku nexwes nave xwe eşkere bike roja çarşemê ji Rûdawê re axivî û amaje bi wê yek kir ku herdu xort li binkeya leşkerî hatine tazîkirin û pêxwaskirin û heta êvarê ji bo ku germa tavê jî nede wan di bin siya darê de li ber sermayê dane sekinandin.

Herwiha xizmê wan dibêje “Wan got ku ew di rewşek xirab de bûne. Her wiha gotin ku ew pêxwas derxistine ser berfê û nahiştine ku derkevin ber tavê. Ji saet 07.00 heta êvarê ji xeynî kincên binî hemû kincên wan ji xwe kirin. Ew dane bin siya daran.”

Li gorî heman çavkaniyê destê herdû pismaman nehatine kelepçekirin lê leşkeran ji nêz ve çavdêriya wan kirine, û got ku leşkeran ji wan bawer nekirine ew pismam çûne ku hespên xwe vegerînin.

Pismamê Ekrem Gaylan Ebdulezîz ji Rûdawê re ragihand, ku peyamek ji aliyê kesekî ve hatiye ku wî bi hinceta nûçeyên sexte pêşkêşî medyaya Kurdî kiriye. Li gor dîmenek ji peyama ku ji Rûdawê re hatiye şandin, bi Kurdiyeke şikestî îdia dike ku ew kes di nav axa Tirkiyê de hatine girtin.

Serokê Rêveberiya serbixwe ya Soranê Halgurd Necîb îro Çarşemê ji Rûdawê re piştrast kir ku ew her du kes ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine azadkirin û radestî hêzên ewlehiyê yên herêmê hatine kirin.

Necîb her wiha got ku “her du ciwan di rûyê wan de westiyayî xuya dikirin. Lêpirsîn derbarê sedema binçavkirina wan de didome. Em ê encamên lêpirsînê piştre ji raya giştî re eşkere bikin.”

Herwiha Necîb ragihand ku ew dê lêkolînê jî bikin ka çima ew kes çûne navçeyeke di bin kontrola artêşa Tirkiyê de û di dema binçavkirinê de çi bi wan hatiye kirin. Necîbe bang li şêniyên herêmê kir ku xwe nêzî herêmên ku artêşa Tirk lê heye nebin.

Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand ku şeva Pêncşemê 30ê Kanûna 2021an du ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî yê 20 salî û Zêdan Nebî Mistefa yê 19 salî ku welatiyên gundê Daylayê yê bajarokê Sîdekanê ne, xwe nêzî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê kirin û ji aliyê leşkeran ve hatin girtin.

Artêşa Tirkiyê di sala 2019an de sînorê Herêma Kurdistanê derbas kir û li bilindahiyên herêmê hejmarek baregehên leşkerî ava kirine.

 

Rudaw

Top