• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hijmara pêketiyan li Tirkiyeyê dîsa zêde bû

Gulan Media January 6, 2022 Nûçe
Hijmara pêketiyan li Tirkiyeyê dîsa zêde bû

di nava rojekê de 143 kes jî canê xwe ji dest dane.
Duhê nêzî 66 hezar kesên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya Tirkiyeyê derbarê Korona û cureya nû ya Koronayê yaku bi Omîcronê tê nasîn huşdarî dide.

Li gor wezareta tendirostiya Tirkiyeyê Omîcron li vê welatî bilez belav dibe, xelk pêbendî rêkarên tendirostî nabe lewre hijmara rojane ya pêketiyan gelek zêde bûye.

Wezareta tendirostiyê diyar kiriye ku duhê bi giştî 66 hezar û 467 kesên din bi Koronayê ketine û 143 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezaretê diyar kiriye ku pêdivî bi rêkarên nû hene lê heta niha hikûmet bo vê mebestê ti amadekariyek nekiriye.

Top