• Wednesday, 25 February 2026
logo

Kirmanc Ebdullah: Bi vegera Pêşmerge, devera Mexmûrê aram bûye

Gulan Media January 5, 2022 Nûçe
Kirmanc Ebdullah: Bi vegera Pêşmerge, devera Mexmûrê aram bûye

Berpirsê liqa 23 ya PDKê li Mexmûrê dibêje, bi vegera Pêşmerge çalakî û livîna terorîstên DAIŞê li devera Mexmûrê kêm bûne.

Berpirsê liqa 23 ya PDKê li Mexmûrê, Kirmanc Ebdullah ji BasNewsê re got, baştirîn piştevanî û dilgermî bo xelkê devera Mexmûrê, bicîhkirina du hêzên hevbeş yên Pêşmerge û artêşa Iraqê li wê deverê ye.

Kirmanc Ebdullah her wiha got, piştî ku hêzên Pêşmerge li qontara çiyayê Qereçûx û deverê bicîh bûne, çekdarên DAIŞê mine berê nikarin bilivin û dever aram bûye.

Wî berpirsê PDKê anî ziman jî, çekdarên DAIŞê pişta xwe bi şaneyên veşartî girêdidin û got, ji ber wê jî nehîştina DAIŞê tenê bi rêya serbazî nabe û divê di warê hizrî û siyasî de jî xebat bê kirin, her wiha pirsgirêkên xelkê erebên sunnî jî bên çareserkirin da ku DAIŞ wê yekê neke derfet û wan bikşîne aliyê xwe.

 

 

Basnews

Top