• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şukrî Hesen: Li Siûdiyê pêşwaziyeke gelek baş bo Kurdan heye

Gulan Media January 5, 2022 Nûçe
Şukrî Hesen: Li Siûdiyê pêşwaziyeke gelek baş bo Kurdan heye

Serokê Revenda Kurdî li Erebistana Siûdiyê Şukrî Hesen Ibrahîm ragihand ku li wî welatî pêşwaziyeke gelek baş bo Kurdan heye.

Kesayetiyê navdar û Serokê Revenda Kurdî li Erebistana Siûdiyê, Şukrî Hesen Ibrahîm ku ji nêzîkî 40 salî ve, li Siûdiyê dijî û li wê derê kar li ser damezrandina Revenda Kurdî kir, ji Rûdawê re behsa rewşa wê revendê kir û nerîn û hest û nestên xwe derbarê gelek mijaran nîşan da.

Şukrî Hesen Ibrahîm eşkere kir ku hebûna Revenda Kurdî li wî welatî cihê şanazî, hêvî û kêfxweşiyê ye û hejmara wan jî derdora 2500 kesî ye.

Serokê wê revendê behsa kar û tevgera wê revendê û helwesta Siûdiyê kir, weke mînak, di dema koreviyê milyonî de, sala 1991ê.

Serokê Rewenda Kurd li Siûdiyê Dr. Şukrî Hesen Ibrahîm got: “Dema hicra milyonî li vê derê çêbû, miletê gelek şepirze bû. Sê kampên ji bo wan li Kurdistanê Tirkiyê jî hatin avakirin, yek li Mûşê, yek li Amedê û yek li Wanê bû. Ez giham Siûdiyê, ew gelek guhdariya me dikin bi taybetî Şêx Ebdullah Turkî û Şêx Ebdullah Misleh, Xwedê ji wan razî be. Bi alîkariya Şêx Ebdullah Misleh me lijneyek ava kir û pasaportên Siûdiyê ji me re derxistin û em çûn Stenbolê. Me li wê derê got ku rewşa xelkê me gelek xirab e û zarokên wan ji xwendinê bêpar mane. Spas ji Xwedê re tişta em pê ve çûne me hemû pêk anîn.”

Derbarê pêwendiyên wan ligel hikûmeta Siûdiyê jî, serokê Revenda Kurdî li wî welatî bi dilxweşî behsa helwesta serkirdeyên Siûdiyê kir, ku ew bi awayekî baş serederiyê ligel gelê Kurd û Reveda Kurdî dikin û hêsankariyê ji bo wan peyda dikin.

Şukrî Hesen Ibrahîm herwiha got: “Wek ez herim cem birayê xwe ez wisa bi keyf û eşq diçim ba Melîk. Dema ez rûniştim ba wî, yekser behsa dîroka Kurdan kir. Ew gelek ji Kurdan hez dikin. Dema em li Siûdiyê dibêjin em Kurd in, radibin ser xwe û pêşwaziyê li me dikin.”

Di gelek bone û helkeftan de revenda Kurdî li diyasporayê bi rolên berbiçav radibe, bi awayekî ku gelek caran dikarîbûn bandorê li ser nerîna welatên ku lê dijîn, bikin, ji wan jî Revenda Kurdî li Erebistan Siûdiyê.

Top