• Wednesday, 25 February 2026
logo

Pentagon: Li Sûriyê û Iraqê mafê Amerîkayê yê xweparastina ji êrîşan heye

Gulan Media January 5, 2022 Nûçe
Pentagon: Li Sûriyê û Iraqê mafê Amerîkayê yê xweparastina ji êrîşan heye

Wezareta Berevaniya Amerîkayê Pentagon aşkere kir, Amerîka dê bi awayekî cidî serederiyê li gel wan êrîşan bike ku li dijî hêzên wan li Iraq û Sûriyê têne kirin û tekez jî dike ku mafê wan ê berevaniya li xwe heye.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê, John Kirby ragihand wan bi berdewmaî hest bi dilgiraniyê li hember êrîşên li dijî hêzên xwe yên li Iraqê kiriye ku milîsên ser bi Îran ve wan êrişan pêk tînin.

John Kirby herweha got jî, ew di wê baweriyê de ye di çend rojên bihorî de hinek kiryar hebûn ku hejmarek ji wan grûpan pêk anîne û ew yek jî tekeziyê li ser dilgiraniya wan a berdewam derbarê selametî û ewehiya hêzên wan dike.

Kirby diyar kir, li Iraqê erkê hêzên wan bo şêwirmendî û alîkariyê hatiye guhertin her weke ku wan soz dabû Iraqiyan, û destnîşan kir ew erk girîng e û çavê wan li wê yekê ye li ser erkê xwe berdewam bin. Kirby tekez jî dike mafê sirûştî yê serkirdeyên wan e berevaniyê li xwe bikin.

Berdevkê Pentagonê ragihand, ew dê berdewam bin li ser pêdaçûna derbarê êrîşên ewlekariyê û tekez jî dike, ew dê hemû şiyanên xwe ji bo parastina hêzên xwe bikar bînin.

 

Top